Hewl û xîreta xebatkarên tenduristiyê

Ji xeynî aşîkirina welatiyan ji bo agahdarkirina xwendekaran jî dixebitin...

Hewl û xîreta xebatkarên tenduristiyê

Li Muradiyeya Vanê aşîkirina welatiyan dewam dike. Xebatkarên tenduristiyê ji bo aşîkirinê gund bi gund digerin. Di navberan de jî mekteban ziyaret dikin û ji zarokan re behsa koronayê dikin.

Li Muradiyeya Vanê xebatên ji bo aşîkirina doza duyem a koronayê dewam dikin.

Xebatkarên tenduristiyê ji bo aşîkirina welatiyan gund bi gund digerin, piştî aşîkirinê diçin mekteban û xwendekaran derheqê vîrûsa koronayê de agahdar dikin.

Midûrê Perwerdeyê yê Bêgirê Yüksel Zorlu ku bi tîmên tenduristiyê re çû serdana Dibisitana Navîn a Argita Jêrîn got: “Bername û xebatên wisa ji bo xwendekar û malbatên wan gelek girîng in.”

Xwendekaran jî ji bo hatin û agahdarkirina wan spasî xebatkaran kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE