"Îhtimaleke mezin ev şewb niha li Türkiyeyê jî heye"

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "(Vîrusa koronayê) Îhtimaleke mezin ev şewb niha li Türkiyeyê jî heye û niha em tenê dikarin vê bibêjim; ev vîrus nehatiye tesbîtkirin."

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Em bi eşkereyî dibêjin ku li Türkiyeyê weqayeke hatiye tesbîtkirin tune. Lêbelê ji bo ketina welêt rîskeke anormal heye."

"Di vê çarçoveyê da em divê meha li pêşiya me bi taybetî cudatir derbas bikin. Divê temasê kêm bikin, çiqas ji dest bê neçin dervayî welêt, bêtir li malê xwe îzole bikin û bikevin nav heyameke ku bi taybetî temasa bi îxtiyaran ra hatiye kêmkirin."

 "Em wisa difikirin ku di vê pêvajoyê da ev enfeksiyon dê ji derva bê yan jî hatiye. Em dibêjin ku me tesbît nekiriye lê ev nayê wê meneyê ku dê îro sibê em ê tesbît nekin."

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "'Welatekî bêxetere heye.' Tu carê bawer nekin. Dibe ku sibê xeternak be. Ji bo vê çiqas ji dest bê divê dernekevin dervayî welêt. Welatiyên me yên ku ji dervayî welêt tên yan jî kesê ku ji dervayî welêt tê divê teqez xwe 14 rojan li malê îzole bike, em bi hesasiyet vê dixwazin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE