Ji 5 hezaran di yekê de tê dîtın

Pitika ku qirika wê ya xwarinê tunebû bi ameliyatê hat tedawîkirin

Ji 5 hezaran di yekê de tê dîtın

Li Elezîzê, pitikek hat dinyayê. Hat tespîtkirin ku qirika wê ya xwarinê tune ye.

Li ser dinyayê di nav 5 hezar kesî de li kesekî ev kêmasî tê dîtin.

Bijîşkan dema ku ev kêmasî tespît kirin, tavilê pitik hildan ameliyatê.

Bijîşkê Zarokan Op. Dr. Fikret Ersöz got, ”Me hin lêkolîn kirin.Me dît ku qirika pitikê ya xwarinê tune ye. Piştî 24 saetan me pitik ameliyat kir. Ji ser ameliyatê de 10 roj derbas bûn. Îro dest bi xwarinê kir. Rewşa pitikê baş e.”

Pitik, piştî çend rojan wê bê şandin malê.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE