Ji Ayê heta Zyê rêbera Kovîd-19ê

Kovîd-19ya ji Wuhana bajarê Çînê derket holê ji hewayê zêdetir bi temasê û dilopên bêhnstendinê va belav dibe

Ji Ayê heta Zyê rêbera Kovîd-19ê

Vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Çînê derket holê li dinyayê belav dibe, hemû welat rêzikên têkoşîna dijî vîrusê yên xwe çêdixin.

Li gor daneyên 23yê adara 2020î yên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD), li 190 welat û herêmî di 334 hezar û 981 kesî da vîrus hat tesbîtkirin û hetanî nika 14 hezar û 652 kes mirin. Li dinyayê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Îtalya, Çîn, Îspanya û Îranê mirin. Li Tirkiyeyê jî ji 23ê adarê pê va 1529 kes bi vîrusa koronayê ketin û 37 kes mirin.

Tevdîrên dijî vîrusa koronayê hatin hildan, rêyên belavbûnê, nîşane, rêgezên pêderxistinê, xebatên aşî û dermanan, şaşiyên wekî rastî tên zanîn, bikaranîna rûpêçê di encama xebatên li Tirkiyeyê tên meşandin, hişyariyên Wezareta Tendusirtiyê û RTDyê da hatin rojanekirin.

Li gor vê tiştên Kovîd-19ê yên tên mereqkirin û xebatên li Tirkiyeyê tên kirin wiha ne:

- Vîrusa koronayê çi ye?

Vîrusên koronayê wekî famîlyeya vîrusa ku di heywan û însanan da dibe sedeme nexweşiyan tê nasandin. Wisa tê zanîn ku vîrusa koronayê di merivan da dibe sedeme nexweşiyên wekî Sendroma Bêhnsitandinê ya Rojhilata Navîn (MERS) û Sendroma Bêhnsitandinê ya Akut a Zor (SARS). Di van demên dawîn da jî Kovîd-19 li dinyayê belav bû û dibe sedema mirina merivan.

- Kovîd-19 çi ye?

Kovîd-19 wekî vîrusa kornayê ya herî dawî ya dibe sedema mirina gel tê zanîn. Vîrusa koronayê ya tîpa teze herî pêşiyê li Wuhana eyaleta Çînê di dawiya meha berfanbarê da bi nîşaneyên agir, kuxik, xefirxaniyê derket holê û di 13ê rêbendana 2020î da hat danasîn.

Nexweşî li pazara amûrên behrê hat tesbîtkirin. Paşê di nav însanan da belav bû li Wuhanê û bajarên din ên Hubeyê jî belav bû. Nexweşiyê xwe avête eyaletên din ên Çînê û li dinyayê belav bû.

- Nîşanên vîrusê çi ne?

Nîşanên herî eşkere agir, kuxik û bêhalî ne. Di hin nexweşan da jî êş, xitimandina poz, xîtik, êşa qirik û gewriyê yan jî îshal tê dîtin.

Ji sedî 80yê kesên bi vîrusê dikevin bêyî dermankirina baş dibin. Ji 6 kesan kesekê bi Kovîd-19ê ketiye zehf giran dibe û nikare bêhnê hilde. Ji sedî 20 nexweşan li nexweşxaneyan tên dermankirin. Nexweşî herî zêde di kesên ji 60 salî mezintir da bandorê dike.

Vîrus di nexweşên kal û pîr, tansiyonê, dil û diyabetê da bi piranî dibe sedema mirinê. Dibê piştgiriya tibî bidin kesên agirê wan hene, bi kuxikê ketine û nikarin bêhna xwe hildin.

- Vîrus çito belav dibe?

Nexweşî, dema kesê bi Kovîd-19ê ketiye bikuxe yan jî bêhna xwe bide ji devê wî dilopên zehf piçûk derdikevin û li der û dorê belav dibin û nexweşî li kesên din digere. Dilop dema bi tiştên li dorberê digere û kesekî din jî tê destê xwe dide wê derê vîrus li wî kesî jî digere.

- Gelo vîrus bi hewayê belav dibe?

Xebatên zanistî yên hetanî îro hatin kirin nîşan didin ku Kovîd-19 bi dilopên li hewayê belav dibe.

- Gelo antîbiyotîk di dermankirina nexweşiyê da kêr tên?

Antîbiyotîk li vîrusê tesîrê nakin. Ji ber ku vîrusek dibe sedema Kovîd-19ê antîbitoyîtk kêrî tiştekî nayên.

- Gelo derman an jî aşiyeke pêşiyê li nexweşiyê dibire yan derman dike heye?

Hetanî îro aşî yan dermanê antîvîral ê ku nexweşiyê tedawî dike tune. Xebatên ji bo pêşxistina aşî û dermanan dewam dikin û tên ceribandin.

- Gelo ji bo parastinê rûpêçê bi kar bînin?

Heke kesekê bi Kovîd-19ê ketiye derman bikin an xwedî bikin dibê rûpêçê bi kar bînin. Rûpêçêçn ji bo carekî dibe bi tenê carekî bi kar bînin.

- Rûpêçê çito bibêçin an jî derxin?

Dibê bi tenê xebatkarên tendurisriyê, wezifedarên xwedîkirinê an kesên bi kuxikê ketine û aigêr wan hene bi kar bînin.

Beriya ku destê xwe bidin rûpêçê dibê destê xwe bi sabûn û avê bişon an jî bi alkolê miz bidin. Mêze bikin ku hela di rûpêçê da qul heye an tune. Dibê aliyê bi reng li derva bimîne. Rûpêçê bidin ber devê xwe û metalê rûêpê di ser poz da were xwarkirin.

Jêra rûpêçê berjêr bişiqitînin û devê xwe bi tevahî bigrin. Piştî bikaranînê rûpêçê derxin. Dibe ku vîrus li rûpêçê geriyabe ji ber vê dema rûpêçê derdixin ji xwe dûr bigrin, bi destê lê nedin biavêjin qutiyeke girtî.

Piştî derxistin û avêtina rûpêçê destê xwe bişon an jî bi alkola sterlîze bikin.

- Gelo vîrus xwe li rûxaran digire yan na?

Digel ku teqez nîne jî tê pêşbînîkirin ku Kovîd-19 jî wekî vîrusên koronayê yên din tevdigere. Li gor pêş agahiyên xebatên zanistî li ser rûxaran çend saet an jî heta çend rojan dikarin bimînin. Ev mawe li gor cureya rûxarê, germahiya derdor an jî rêjeya nemê diguhere.

- Teşxîsa Kovîd-19 çawa tê danîn?

Testa vîrusa koronayê ya cureyê nû digel kîta teşxîsê ya xwemalî ya derfet dide ku di nav 60-90 deqîqeyî da encamên berfireh bên bidestxistin bi kîta teşhîsê ya bilez a ku di 15 deqîqeyan da encam dide tê tesbîtkirin.

- Gelo mirov dikare bi bergiriyên hêsan pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bigire?

Ji bo ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bê girtin divê rêbazê ji 14 madeyan pêk tê bi cî binin.

- 14 rêbaz çi ne?

1- Destê xwe bi av û sabûnê herî kêm 20 saniye gelek caran bişon.

2- Dema hûn dikuxin yan jî dipişkin dev û pozê xwe bi destmalên ji bo carekê tên emilandin bigirin. Heke destmal tunebe gurçika milê xwe bi kar bînin.

3- Destê xwe nedin çav, dev û pozê xwe.

4- Herî kêm 3-4 mêtro mesafeyê bixin navbera xwe û kesê ku pê ra nîşaneyên sermagirtinê hene.

5- Seyahetên xwe yên dervayî welêt betal bikin yan jî taloq bikin.

6- Dema hûn ji dervayî welêt vedigerin 14 rojên ewil li mala xwe derbas bikin û ziyaretvan qebûl nekin.

7- Cihên ku hûn lê ne hewadar bikin.

8- Cihên wekî destkê deriyan, armatur, lavaboyan ên ku gelek tên emilandin her roj bi av û deterjanê paqij bikin.

9- Eşyayên şexsî yên wekî pêşgiran bi hev ra neemilînin.

10- Cilên xwe di 60-90 pileyî da bi deterjana normal bişon.

11- Temasa nêz a wekî hembêzkirin û destgirtinê dûr bisekinin.

12- Ji bo jêbexşiya laş avê zehf vexwin, haj bi xwarin û pergala xewa xwe hebin

13- Heke bi we ra semptomên sermagirtinê hebin bi îxtiyar û keêsn nexweşiyênn wan ên kronîk hene ra têkilî daneynin û heta maske nedin ber dev û pozê xwe dernekevin derva.

14- Heke agirê we nakeve, bi we ra kuxik hebe û bêhna we biçike maske bidin ber dev û pozê xwe û herin navendeke tenduristiyê.

- Şaşiyên wek rast tên zanîn

Li gor pisporan der barê vbîrusê da şaşiyên herî zêde yên wek rast tên zanîn ev in;

Ji bo ku rê li ber van şaşiyan bên girtin û rastiya wan bê zanîn pisporan ev agahî dan.

ŞAŞ: Rewşa her nexweşê bi Kovîd-19ê dikeve giran e û li ber mirinê ye

RAST: Di nexweşiyê da rêjeya ji sedî 10-12 pirsgirêka bêhnstendinê, kêmasiya gurçik û ezayên din dikare çêbibe û rêjeya ji sedî 2-5an jî mirin çêdibe. Ji sedî 80 nexweşî sivik derbas dibe.

ŞAŞ: Ji bo ku mirov xwe ji nexweşiyê biparêzin bikaranîna maskeyê têrê dike.

RAST: Maskê bi tenê dema kesek nexweş be ji bo ku nexweşî nekişe kesên din tê bikaranîn. Hewce nake kesên nenexweş rojane maskeyê bi kar bînin. Ji bo parastinê rêya herî baş şûştina destan e. Dest divê bên şûştin, mirov destên xwe nebin dev, çav û pozên xwe.

ŞAŞ: Dezenfektanên destan hemû pirsgirêkê çareser dikin

RAST: Gelek dezenfektan qasî bi sabunê şûştina destan baştir jî nikarin paqijiyê bikin. Ji bo parastinê her tim bi av û sabunê şûştina destan, têrê dike. Dema av û sabun tunebe, dibe ku dest bi kolonyayeke ji 70 pileyî zêdetir an jî bi alkolê dikarin bên paqijkirin. Ji ber ku dest zêde tên şûştin çêrm zîha dibe û ev jî dibe bibe sedema nexweşiyên wek egzamayê. Ji ber vê rojê çend caran mirov divê kremê bi destê xwe bixin.

ŞAŞ: Bi şoravê va şûştina poz, xerxerekirin an jî sirke rê li ber belavbûna vîrusê digre.

RAST: Di vê mijarê da tu daneyeke zanistî tune. Heke şorav pir zêde be, hucreyên gewriyê yên bêhstendinê û tebeqeya mukusê dibe ku zirarê jî bibînin.

ŞAŞ: Vexwarina tiştên germ vîrusê dikuje.

RAST: Vexwarinên pir kel ji ber ku dikarin zirarê bidin ‘tebeqeya epîdel a parastinê’ û ‘gilêza parastinê ya rêlibergirtinê’ ji feydeyê zêdetir bi zirar in.

ŞAŞ: Bi tenê avê yan jî destmaleke şil va paqijkirina cihên enfekte bes e.

RAST: Ev der divê bi aveke ku hinek zerav an jî deterjan xistine navê (1:100; qismek zera 99 qismê av) va bên paqijkirin. Deterjanên normal jî qasî zeravê tesîrê dikin.

ŞAŞ: Xwarina sîr û pîvazan rê li ber vîrusa koronayê digre.

RAST: Taybetmendiya antîmîkrobiyal a sîr û pîvazan heye, ew xwarinên baş in. Lê bi zanistî parastina wan a ji vîrusa koronayê nehatiye belgekirin.

ŞAŞ: Xwarina tirşînê ya zêde pergala parastinê xurt dike û mirovan ji nexweşiyê diparêze.

RAST: Tirşîna li malê tê çêkirin piştgiriyê dide pergala parastinê, lê ji ber ku tê da zede xoyê heye dibe ku bibe sedema nexweşiya hîpertansiyonê.

ŞAŞ: Şorbeya serûpê ji bo pergala parastinê mecburî ye.

RAST: Sê tiştên pergala parastinê xurt dikin ên bi delîlan va hatine îspatkirin; xwarina bimîzan, bi têra xwe xew û razan, hereketên fizîkî yên bipergal

ŞAŞ: Kolonyaya bêalkol dikare wek dezenfektana destan bê bikaranîn.

RAST: Ji bo ku avek bibe dezenfektan herî kêm divê ji sedî 70yê wê alkol be. Cihên ku antîseptîka destan tune be kolonyayake têê da ji sedî 80-90 alkol heye dikare ji bo paqijkirina destan bê bikaranîn û ji vîrusê biparêze.

ŞAŞ: Dema hewa germ bû, vîrus wê ji holê rabe

RAST: Hewaya germ vîrusê nakuje. Lê ji ber ku dema hewa germ dibe mirov di cihên girtî û bêhewa da zêde namînin, hewa dikeve nav mal û kargehan vîrusên bi rêya bêhnsitandinê digihêjin jî kêm dibin. Ya duduyan jî vîrus ji ber germê demeke kin zindî dimîn.

ŞAŞ: Kovîd-19 bi tenê tesîrê li ser kal û pîran dike

RAST: Kovîd-19 dikare tesîrê li ser her kesî bike. Ji ber ku temen zêde dibe, nexweşî jî giran dibe. Bi taybetî di kesên temenê wan ji 60î mezintir e da talûke zêde dibe. Di kesê temenê wan ji 40î biçûktir in da rêjeya mirinê ji hezarî 2, ji kesên 80 mezintirin da jî ji sedî 15 ye.

ŞAŞ: Kovîd-19 vîruseke ku di laboratuvarê da hatiye çêkirin e.

RAST: Kovîd-19 di laboratuvarê da nehatiye çêkirin, ji rêya xwezayî ya mîkroorganîzmmayan derbas bûye û gihîştiye civakê. Ji xwe dora Asyaya Başûrê Rojhilat şewbên ji ber vîrusên nû peyda bibin dihat payînkirin. Ji ber ku li vir nifus zêde ye, cureyên heywanan zêde ne, di navbera mirovan û heywanan da temas zêde ye ev vîrus dikarin şiklê xwe biguherin, ev rîsk zêde ye.

ŞAŞ: Aşiya Kovîd-19yê hat dîtin lê hê dernexistine piyasayê

RAST: Ji bo Kovîd-19yê hê aşî tune. Li ser vê qadê xebat zêde ne, heta niha dora 30 xebatên zanistî hene, lê ji ber ku têkiliya pergala parastinê û vîrusa koronayê hê baş nehatiye ronîkirin, nayê zanîn ku ka ev aşiyên bên dîtin wê çiqasî tesîrê bikin. Tê texmînkirin heta salekê aşiyeke tesîrê bike wê neyê çêkirin.

ŞAŞ: Di tedawiya Kovîd-19yê da divê antîbiyotîk bê bikaranîn.

RAST: Kovîd-19 ji ber ku nexweşiyeke vîrusê ye, bikaranîna antîbiyotîkê tesîrê li ser nexweşiyê nake. Antîbiyotîk tesîrê vîrusê nakin.

ŞAŞ: Kovîd-19 dikare ji hewanên kedîkirî derbas bibe.

RAST: Heta niha nehatiye tespîtkirin ku Kovîd-19 ji hewanên kedîkirî derbas bûye.

ŞAŞ: Li ser medyaya civakî belgeyeke bi navê "veşartî" belav bû û tê da biryara tevdîrên nû hat dayîn.

RAST: Biryara tevdîran a li ser medyaya civakî hat belavkirin ne rast e, biryar ji hêla rayedaran ve û bi nivîsên fermî ji civakê ra tên belavkirin.

ŞAŞ: Kovîd-19 ji ber ku li ser qalikê sebze û fêkiyan dikare xwe bigire, divê qalikê wan bê spîkirin û yên din neyên xwarin

RAST: Daneyeke ku nîşan dide xwarina sebze û fêkiyan ên bi qalik rîska Kovîd-19yê zêde dike tune. Fêkî dikarin bên şûştin û bi qalikên wan va bên xwarin.

ŞAŞ: Ji bo ku em xwe ji Kovîd-19yê biparêzin dema em derketin derva divê em paşê kincên xwe dezenfekte bikin.

RAST: Dezenfektekirina kincan a ku piştî derdikevin derva rê li ber nexweşiyê nagre û ne tiştekî aqilane ye. Wek her carê dema kinc qirêj bûn bên şûştin ev têrê dike.

ŞAŞ: Ji vîrusê xweparastin ne mumkin e.

RAST: Heke li gor qaydeyên hatine diyarkirin bê tevgerîn, xwe ji vîrusê parastin mumkin e. Bi taybetî kesên nexweşî bi wan ra heye divê li gor qaydeyên îzolasyonê tevbigerin ku nexweşî belavî kesên li der û dora wan nebe.

ŞAŞ: Maskeyên cerahî û yên normal dema di nav rojê da tên bikaranîn paşê dikarin bên şûştin û careke din bên bikaranîn.

RAST: Maskeyên cerrahî qasî 3-4 saetan tên bikaranîn, dema qirêj dibin divê bên guherandin. Dema maske bên şûştin parastina wan namîne.

ŞAŞ: Kesên ne nexweş in jî ji bo ku parastina xwe xurt bikin divê hebên vîtamîn û tiştên wek vê piştgiriyê didin bixwin

RAST: Hewce nake ku kesên ne nexweş in tiştên wek piştgiriyê didin bixwin. Her şexs divê têra xwe razê, bixwe û hereketan bike. Bikaranîna tiştên piştgiriyê didin ji bo parastina nexweşiyê feydeyê nade. Bi tenê kesên di bedena wan da vîtamîn kêm in dikarin vîtamîn an jî mîneralan bixwin.

- Li Tirkiye'yê çi bû?

Li Tirkiyeyê di 6ê kanûna paşîn da bin banê Midûriya Giştî ya Wezareta Tenduristiyê da Navenda Operasyonê hat avakirin. Li navenda ku lê 15 kes peywirdar e da hemû geşedanên li dinyayê yên der barê vîrusa koronayê da demildest tên teqîbkirin.

Di 10ê kanûna paşîn da bin banê Wezareta Tenduristiyê da Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê hat avakirin. Bi beşdariya Wezareta Tenduristiyê, YOK û Endamên Lijneya Zanistê ya ku ji akademîsyenên ji 12 zanîngehan pêk tê ra civîna Lijneya Zanistê ya ewil hat kirin.

Di 14ê kanûna paşîn da versiyona ewil a Rêbera Nexweşiya 2019-nCoV hat amadekirin. Di rêberê da agahiyên giştî yên der barê enfeksiyonê da, teşhîsa weqayê û birêvebiriya weqayê, kontrola enfeksiyonê û îzolasyon, xwedîkirin û dermankirina nexweşan, tiştên kesên ku dê seyahatî welatên lê weqa derketine bên kirin hatin pênasekirin. Di 16ê kanûna paşîn da Midûriya Giştî ya Tenduristiya Gel biryar da ku Civîna Nirxandina Xetereya 2019-nCoVê bê kirin.

Di 20ê kanûna paşîn da hemû rêwiyên ji Hong Kong, Hindistan, Endonezya, Malezya, Myanmar, Filipîn, Sîngapur, Taywan, Tayland, Rûsya, Vîetnam û Vuhanê tên kontrola daketinê dan destpêkirin. Di 21ê kanûna paşîn da li Tirkiyeyê ji weqayeke gumanbar nimûneya ewil hat sitandin.

Di 24ê kanûna paşîn da hemû rêwiyên ku ji Çînê hatin bi kamerayên termal hatin kontrolkirin.

Di 27ê kanûna paşîn da Wezareta Karên Derva pêşniyaza seyahata weşand. Hat tewsiyekirin ku heta nebe mecbûrî welatî bila seyahatê Çînê nekin, heke seyahatê Çînê bikin di serî da eyaleta Hubeiyê bila ji herêmên ku lê gelekî weqa hatine dîtin dûr bisekinin.

Di 28ê kanûna paşîn da civîna Lijneya Zanistê hat kirin. Di civînê da Rêbera 2019-nCoV hat rojanekirin, pirsên zehf tên pirsîn û bersivên wan hat amadekirin.

Di 29ê kanûna paşîn da nivîsa der barê tevdîrên ku ji bo seferên ji herêmên xeternak hatin bên dîtin şandin Midûriya Giştî ya Dezgeha Meydanên Hewayê yên Dewletê.

Di 30yê kanûna paşîn da Rêbera Nexweşiya 2019-nCoV hat rojanekirin û weşandin.

Di 31ê kanûna paşîn da bi hevkariya wezaretên Karên Derva û Parastina Neteweyî ji bo ku welatiyên Tirkiyeyê bînin welêt balafira kargoyê ya Artêşa Tirkiyeyê ji Enqereyê ber bi bajarê Vuhanê va derket rê.

Di 1ê sibatê da balafira texliyeyê ji Vuhanê ber bi Enqereyê va derket rê. Bi tevahî 42 rêwî hildan balafirê. Di kontrola tenduristiyê da bi tu rêwiyê ra semptomên nexweşiyê nehat dîtin.

Kontrolên agirê yên ku bi kamerayên termal dihat kirin hat berfirehkirin. Di serî da ji Çîn, Tayland, Japonya, Sîngapur, Taywan, Malezya, Hong Kong, Koreya Başûr hemû seferên ji Asyaya Rojhilat ên ji bo Tirkiyeyê da anonsa agahdarkirinê hat dayîn û rêwiyên ku hatin bi kamerayên termal hatin kontrolkirin.

Balafira ku welatiyên ji Çînê hatin texliyekirin tê da bûn vegeriya Tirkiyeyê. 61 kesên ku ji 32 Tirk, 6 Ezerî, 3 Gurcî, welatiyekî Elbaniyê bi tevahî 42 rêwî û murettebat, ekîba teknîk û xebatkarên tenduristiyê pêk tê li Nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahîr Burak hildan bin karantînayê.

Di 2yê sibatê da Lijneya Zanistê civiya. Pêşkêşiya Rêbera Nexweşiyê ya 2019-nCoVê hat amadekirin û ji bo ku di malpera webê da were weşandin, hat şandin. Ji Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) û Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ra ji bo xwendekar û xebatkarên ku ji Çînê hatin, agahî hat şandin.

Tirkiyeyê di 3yê sibatê da daxuyand ku hemû seferên balafiran ên ku ji Çînê tên, dan sekinandin.

Di 7ê sibatê da her cure îdxala heywanên ku ji Çînê tên, wek berwext sekinîn.

Di 8ê sibatê da 10 rojên rêwiyên ku ji Wuhanê anîn kuta bû û testa wan a 3yemîn jî negatîf derket û ev agahî ji raya giştî ra hat parvekirin.

Di 12ê sibatê da Wezîrê Tenduristiyê Dr. Fahrettîn Koca li Meclisê got ku Tirkiyeyê ji bo encamên testan kîta xwe ya xwemalî çêkir û wê îxracî derveyî welêt bike.

Di 19ê sibatê da Wezîr Koca Balyozê Enqereyê yê Çînê Deng Lî qebûl kir.

Di 21ê sibatê da Wezareta Tenduristiyê bi Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Nemekî ra bi têlefonê axivî û li ser waqieya Kovîd-19ê a ku li Îranê derket sekinîn.

Di 23yê sibatê da Tirkiyeyê hemû balafirên ku ji Îranê tên Tirkiyeyê, yekalî da ji bo demekê da sekinandin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di 24ê sibatê da bi têlefonê ji Wezîrê Tenduristiyê yê Azerbeycanê Ogtay Shiraliyev ra axivî.

Wezîrê Tenduristiyê Balyozê Enqereyê yê Îranê Mohammad Farazmand qebûl kir. Tedbîrên navbera herdu welatên cînar hatin îstişarekirin.

Di 25ê sibatê da balafira Tehranê ya THYê ji bo ku li Enqereyê dayne, plansazî hat kirin. Kontrola 132 rêwiyên Tirkiyeyê û muretebatan hat kirin û ji bo karantînayê ew birin Nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahir Burakê û mêvanxaneya Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di 27ê sibatê da ji bo teselîkirina tevdîrên ku li ber deriyên sînor ên Agirî, Wan, Hekarî û Îdirê, herêm ziyaret kir. Li ber 8 deriyên sînor ên Îran, Iraq û Gurcistanê nexweşxaneyên sahrayê hatin avakirin.

Di 28ê sibatê da li ser îhtimala ku wezîfedarên Balyozxane û Konsolosxaneyê, xebatkarên şirketên navneteweyî, welatiyên Çînê yên ku li Tirkiyeyê mafê wan ê mayînê an jî xebatê heye, kesên ku li Çînê mane û kesên ku wê ji welatên din wê werin Tirkiyeyê, bi rêya Wezareta Karên Derva ji Balyozxaneya Enqereyê ya Çînê ra hat parvekirin.

Welatiyên ku wê ji Îranê bihatana, ji Îranê hatina nûnertiyên dîplomatîk, dîplomatên Îranê û yên welatên din ên ku biçûna Îranê, bi balafiran texliyekirina welatiyên Tirkiyeyê û ji bo texliyekirinê tevdîrên tenduristiyê bi Wezareta Karên Derva, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Bazirganiyê û Wezareta Gîhandin û Binesaziyê ra hat parvekirin.

Di 29ê sibatê da di navbera Tirkiye û Çîn,Îran, Koreya Başûr û Îtalyayê da çûyîn û hatina hemû balafirên rêwiyan hatin sekinandin.
Di 2yê adarê da ji raya giştî ra hat parvekirin ku di çarçoveya tevdîrên nû da hemû welatiyên ku ji umreyê vedigerin wê ji bo tevdîran werin mianekirin, di vegeran da personelên tenduristiyê wê di balafiran da amade bibin.

Di 3yê adarê da raya giştî hat agahdarkirin ku piştî vegera umreyê divê welatî 14 rojan ji malê dernekevin û baladar bin.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di 10ê adarê da li Meclisê der barê xebatên vîrusa koronayê da parlameneter agahdar kirin.

Koca di 11ê adarê saet 00.30î da daxuyanî da û got ku li Tirkiyeyê testa kesekî pozîtîf derketiye. Ji bo rêgezên exlaqî bajar û agahiyên şexsî yên kesê ku vîrus tê da hat tesbîtkirin, nehat parvekirin. Koca got ku vîrus li Ewropayê kişiyaye vî zilamî, hatiye îzolekirin û malabata wî jî di binê çavdêriyê da ye.

Wezîrê Tenduristiyê, Wezîra Bazirganiyê, Wezîrê Çand û Turîzmê bi hev ra daxuyanî dan çapemeniyê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê vîrusa koronayê weke pandemî ragihand.

Bi swerokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 12ê adarê da bi beşdariya hemû wezîran civînek hat lidarxistin û di civînê da biryara tevdîrên ku seba vîrusê hatin hildan, hatin dayîn.

Derketina derveyî welêt a xebatkarên qamûyê bi destûra taybet va hat girêdan. Ji bo hemû misabeqayên sporê yên ku wê heta dawiya nîsanê werin kirin, biryar hat dayîn ku bê temaşevan werin lîstin. Der heqê tevdîrên ku seba perwerdeyê hatin hildan, hatin eşkerekirin.

Dibistan di navbera 16-22yê adarê da hatin tetîlkirin. Zanîngeh di navbera 16ê adarê û 06ê nîsanê da hatin tetîlkirin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di 13ê adarê da waqieya duyemîn eşkere kir. Koca got ku kesê duyemîn eqrebayê waqieya yekemîn e û di binê çavdêriyê da bû. Koca got ku ji heman malbatê 3 kesên din jî enfekte bûne.

Almanya, Fransa,Spaniya, Norveç, Danîmarka, Belçîka, Avusturya, Swêd û Hollanda jî li lîsteyê hatin zêdekirin û ji 14ê adarê saet 08.00î pê va heta 17ê nîsanê çûyîn û hatina balafiran dan sekinandin.

Serokomariyê giştîname weşand. Ji ber vîrusa koronayê seba wezîfedarên qamûyê derketina derveyî welêt hat qedexekirin. Ji xebatkarên saziyên qamûyê jinên ducanî, jinên ku destûra şîrê dergûşê bi kar tînin, astengdar, ji bilî rêvebiran kesên ku emrê wan 60 û ser 60î ra ne ji 16ê adarê pê va 12 roj wek destûrxwestiyê îdareyê hat hesibandin.

Destûra salane ya xebatkarên tenduristiyê heta fermaneke duyemîn hatin sekinandin. Kreşên taybet, malên xwedîkirina zarokan ên nava rojê, kulûbên zarokan ên taybet hatin tetîlkirin. Destûra derketina sûkê ya eskeran ji bo demekê hatin sekinandin.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji 81 walîtiyên bajaran ra giştînameya ku tê da tevdîrên vîrusa koronayê hene, şand.

Biryar hat dayîn ku, cihên qerebalix lê çêdibe li gor gotina Lijneya Zanistê bi navber werin paqijkirin û dezenfektekirin; li van deran û di wesayîtên komî da dezenfektan werin bicihkirin.

Lijneya Bilind a Karûbarên Dînê ragihand ku li welatên ku vîrusa koronayê lê heye, Misilmanên di komên rîska zêde da şûna nimêja înê dikarin li mala xwe nimêja nîvro bikin û herwiha heger otorîteyên erkdar ku bi parastina tenduristiya qamûyê peywirdar in, biryarê bistînin, li herêmên karantînayê nimêja înê ferz nabe.

Bi destê Wezareta Çand û Turîzmê heya dawiya meha nîsanê hemû çalakiyên hunerî hatin rawestandin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Cahit Turhan ligel Lijneya Zanistê civîn kirin.

Li nexweşxaneyan ziyaret hatin sînordarkirin. Hat ragihandin ku di saetên mesaiyê da ziyaretvan dê neyên qebûlkirin, dervayî saetên mesaiyê jî bi tenê ji bo kesekî destûr dê were dayîn.

Kal, pîr û nexweşên ku nexweşiya wan a kronîk hene ku dermanên xwe bi raporê distînin, gava maweya rapora wan temam bû, bêyî ku biçin nexweşxaneyê dê rasterast dermanên xwe bistînin ku verastkirina ji bo vê yekê bi destê Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî hat kirin.

Hat destnîşankirin, kesên nîşaneya nexweşiyê pê ra heye dê hilnedin girtîgehan, ev kes piştî miayene û tedawiyê dê ji bo girtîgehan bên qebûlkirin. Hevdîtinên li girtîgehan hatin taloqkirin.

Girtiyên ku di çarçoveya wargehên şixul da li derva dixebitin ji girtiyên din hatin cudakirin. Emilandina odeyên hevdîtina malbatî ya li girtîgeh û malên perwerdeya zarokan ji bo du hefteyan hat rawestandin. Ewlehî û nexweşî ne tê da ji girtîgehekê bo girtîgeheke din veguhestin ji bo du hefteyan hat taloqkirin. Yên bilez ne tê da taloqkirina danîşîn û miemeleyên din ên edlî hewaleyî teqdîra mensûbên darazê kirin.

Hat eşkerekirin ku "Xeta ALO 184" dê der heqê vîrusa koronayê da agahiyê bide, welatî dikarin li vê xetê bigerin û agahiyê bistînin.

14ê adarê ligel Azerbeycanê çûn û hatina bejayî û asîmanî bo demeke berwext hat sekinandin. Deriyê sînor Sarp ê ligel Gurcistanê ji bo derbasbûna rêwiyan hat girtin. Hat ragihandin ku wekî weqaya şeşemîn di kesekî ku ji umreyê vegeriya da vîrusa koronayê hat tesbîtkirin.

15ê adarê hemû kesên ku ji umreyê vegeriyan ji kontrola tenduristiyê ra derbas kirin. Kesên jê ketin gumanê rakirin nexweşxaneyan û testa wan hat kirin. Ev kes herwiha li Enqere û Qonyayê di wargehên xwendekaran da hatin bicihkirin.

Li ser telîmata Serokomar Erdogan bi serokatiya Alîkarê Serokomar Fuat Oktay civîn hat kirin. Geştên ji Almanya, Îspanya, Fransa, Awusturya, Norwêc, Danîmarka, Swêd, Belçîka û Hollandayê bo Tirkiyeyê ji 15ê adarê saet 24.00an pê va hatin rawestandin. Hat ragihandin ku kesên ku ji bo demeke kurt çûna van welatan û kesên ku li van welatan xwendekar in û dixwazin vegerin Tirkiyeyê, dikarin serî nûnertiyên Tirkiyeyê yên li van welatan bidin û heya 17ê adarê roja sêşemê saet 24.00an vegerin Tirkiyeyê.

Hat ragihandin kesên ku vegerin dê di çarçoveya tedbîrên Wezareta Tenduristiyê û Lijneya Zanistê da bikevin 14 roj karantînayê.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca eşkere kir ku vîrusa koronayê di du kesên nêzîkî weqaya yekemîn da hat tesbîtkirin. Koca herwiha diyar kir ku 7 weqa ji di kesên ku ji Ewropayê vegeriyan da, 3 jê ji kesên ji Amerîkayê vegeriyan da hat tesbîtkirin û hejmara giştî jî derket 18 kesan.

16ê adarê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul eşkere kir ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da dadger û dozgerên ji ser 60 saliyê dê di îzna îdarî da bên hesibandin, sepana noteriya nobedar bo agahdarkirineke din hat rawestandin.

Serokê Karûbarên Diyanetê Ali Erbaş ragihand ku di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê da nimêja înê di serî da li mizgeft û mescîdan nimêja cemaetî hat rawestandin.

Piştî 6 saet civîna Lijneya Zanistêî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca ragihand ku geştên balafirê yên ji bo 6 welatan Îngiltere, Swîsre, Erebistana Siûdî, Îrlanda, Misir û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb hatin qedexekirin. Bi yên dawîn va hejmara welatên ku geşt hatin qedexekirin derket 20an.

Hat ragihandin ku ji bo tesbîtkirina vîrusa koronayê hejmara 7 laboratuvarên ku test lê tê kirin, dê heya dawiya hefteyê derkeve 16an û dû ra jî dê li 81 parêzgehan test were kirin. Herwiha hat diyarkirin ku testên antîjen ku bilez encamê kifş dike, dê ji bo hemû şaxên tenduristiyê bên şandin.

Ji xeynî van, 16ê adarê 29 weqayên nû hatin tesbîtkirin. Bi yên nû va hejmar derket 47an. Hat ragihandin ku 29 weqayên nû hemû jî rasterast an jî nerasterast, bi Amerîka, Rojhilata Navîn û Ewropayê ra têkildar in. Hat destnîşankirin hejmar weqayên ku piştî umreyê pozîtîf derketin, derket 4an.

17ê adarê bi 51ên nû va hejmara giştî ya weqayan derket 98an. Mirina yekemîn hat qeydkirin.

18ê adarê bi 93ên nû va hejmara giştî ya weqayan derket 191an, nexweşek mir, hejmara giştî ya miriyan bû 2.

19ê adarê bi 168ên nû va hejmara giştî ya weqayan derket 359an, 2 nexweş mirin, hejmara giştî ya miriyan bû 4.

20ê adarê bi 311ên nû va hejmara giştî ya weqayan derket 670yan, 5 nexweş mirin, hejmara giştî ya miriyan bû 9.

21ê adarê bi 277ên nû va hejmara giştî ya weqayan derket 947an, 12 kes mirin, hejmara giştî ya miriyan bû 21.

22yê adarê bi 289ên nû va hejmara giştî ya weqayan derket 1236an, 9 nexweş mirin, hejmara giştî ya miriyan bû 30.

23yê adarê bi 293yên nû va hejmara giştî ya weqayan derket 1529an, 7 nexweş mirin, hejmara giştî ya miriyan bû 37.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE