Ji ber rizîna diranan nexweşî derdikevin

Ji sedî 80yî welatiyan diranên wan dirizin…

Ji ber rizîna diranan nexweşî derdikevin

Hewce ye mirov rizîna diranên xwe paşguh neke. Divê diranên ku kurmî bûne di bin kontrola hekîman de bên hilkirin û ji bo yên din jî nerizin hay ji şûştina diranên xwe hebin. Lewra ji ber diranên riziyayî nexweşiyên wek dil û madeyê derdikevin.

Car caran ji ber şekir û şîraniyê diran dirizin an jî kurmî dibin. An jî mîkrobên di nav dev de dibin sedema rizîna diranan.

Ji sedî 80yî welatiyan diranên wan dirizin.Ji ber rizîna diranan zirar digihê lebatên din û dibe nexweşî. Piranî jî nexweşiya dil û madeyê bi mirovan re çêdibe.

Pispor ji bo pûçbûna diranan dê û bavan hişyar dikin ku bi şûştinê ji zarokên xwe re bibin mînak.

Hewce ye rojê du caran diran werin şûştin û 6 mehan carê kontrol werin kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE