Li Fransayê 2 hezar û 800 kes zivistanê ji ber şofiya zekemê mirin.
Tenduristiya gel a Fransayê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê daxuyand di nav 2 hefteyan da 25 hezar kes ji ber zekemê çûne nexweşxaneyê, ji van 4 hezar û 370 kes li nexweşxaneyê hatine razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin vîrusa "H3N2" bûye sedema zekemê û 2 hezar û 800 kes ji ber vê mirine.
Hat gotin ji sedî 87ê kesên mirine kesên temenê wan 75 sal û ji wê mezintir in.
Di sala 2015an da jî vîrusa "H3N2"yê bûbû sedema mirina 18 hezar kesî.
AA