Ji bilî nexweşxaneyan,maske êdî ne mecbûrî ye

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Ji bilî nexweşxaneyan,maske êdî ne mecbûrî ye

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca destnîşan kir ku hejmara pêketiyên Kovîd-19ê bi dû hev de 3 rojan di bin hezarî de ye û anî ziman ku jibilî nexweşxaneyan, maske êdî ne mecbûrî ye.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 129 hezar û 961 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 864 kesan pozîtîf derket, 2 kes mirin. Hejmara kesên ku qenc bûn jî 1107 e.

Li Türkiyeyê heta niha 147 milyon û 720 hezar û 907 doz aşî hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Manîsa û Zonguldak in.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.

"Rê bê maske êdî kurttir e"

Wezîrê Tanduristiyê Fahretin Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got, "Hejmara pêketiyan bi dû hev de 3 rojan di bin hezarî de ye. Rê bê maske êdî kurttir e. Di wesayitên komî de em êdî dikarin maskeyan derxin. Jibilî nexweşxaneyan, maske êdî ne mecbûrî ye. Lêbelê piştî evqas tecrubeyan di serî de di wesayitên komî de, bila di qadên girtî de maskeyên me bi me re bin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE