Colemêrg êdî ji bo dewletên cîran ên li rojhilata navîn navenda tendûristiyê ye. Ji iraq û îranê gelek kes ji bo emeliyatên xweşikbûnê tên bajêr. Bijîşkên herêmê ji eleqeya însanan gelek kêfxweş in.
Colemêrga ku bi xweşikî, çand û hunera xwe navdar e, êdî navenda tendûristiyê ye jî .
Gelek kesên ji İraq û Îranê ku nav û dengê bijîşkên li Colemêrgê bihîstîne, ji bo emeliyatê tên bajêr.
Bêmal Şebana 20 salî jî yek ji wan e ku li ser nav û dengê Bijîşk Ehmed Aydin hatiye Colemêrgê û ji difna xwe emeliyat bûye.
Bijîşkên nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê ji elaqeya nexweşan gelek memnun in.
Bijîşk Ahmet Aydin: ”Ev salek û nîv e li nexwexaneya dewletê ya Colemêrgê dixebitim. Ji dil û can xizmetê didim gelê herêmê. Îro jî nexweşeke me ya ku ji İraqê hatiye, ji bêvila xwe emeliyat bû. Her tişt gelek baş derbas bû. “
Ligel nexweşên ku ji İraqê tên, ji dewletên Ewropa Elmanya, Fransa heta ji Arjantînê gelek nexweş ji bo emeliyatê hatine Colemêrgê.