Ji bo jinên ducanî "otela dayikan"

Li Wanê di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê da ji bo jinên ducanî yên ku hindik maye biwelidin "otela dayikan" hatiye amadekirin

Ji bo jinên ducanî "otela dayikan"

Li Wanê ji bo jinên ducanî yên ku hindik maye biwelidin lê ji ber berf û bagerê dibe ku rê bên girtin û ew nikaribin bên nexweşxaneyê "otela dayikan" hatiye amadekirin.

Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ji bo jinên ducanî yên ku ji ber zivistanê nikarin bên nexweşxaneyê di bin banê nexweşxaneyê da bi navê "otela dayikan" cihek amade kiriye û li vir mazuwaniya wan dike.

Di vê otelê da jinên ducanî yên hindik maye biwelidin, dimînin.

Li vir cihê serşûştinê, razanê, xwarinê, odeyên dergûş lê tên mijandinê û cihên perwerdeya xwedîkirina zarokan lê tê dayîn, hene.

Doxtor û hemşîre jinan muayene dikin, dema jin diwelidin jî li wan miqate dibin.

- "Di otelê da 40 cihên razanê hene"

Serhekîm Doç. Dr. Mehmet Parlak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand "otela dayikan" a ewil a Tirkiyeyê di 2006an de hatiye avakirin û jinên ji Hekarî, Mûş, Bidlîs û Agiriyê tên li vir dimînin.

Parlak got di otelê da 40 cihên razanê hene û îsal 774 jinên ducanî li vir mane.

Parlak wiha axivî: "Li cihên dûrî bajêr zivistanê car caran rê tên girtin. Hin caran mirov nikarin xwe bigîhînin nexweşxaneyê. Em li vir mazuwaniya dayikên ku serî li me dane dikin. Îsal jî beriya zivistanê me amadehiyên xwe temam kirin. Em amade ne ku mazuwaniya dayikên xwe bikin. Em li vir ji dayikên ku hewcedariya wan tedawiyê hene an jî dibe ku zehmetiyê bikşînin ku xwe bigîninin vir ra xizmeteke wek otelên pênc stêrk didin."

- "Wek otêleke pênc stêrk her tişt pir baş e"

Necla Îşlera ducanî got qasî mehekê ye ew li vê otelê dimîne û wiha axivî: "Sibê, nîvro û êvarê xwarinê didin. Em li vir wek ku li mala xwe ne hîs dikin. Wek otêleke pênc stêrk her tişt pir baş e. Her dayik dikare bi rehetî bê li vir."

- "Bi saya vê derê ez ji çûyîn û hatinê xilas bûm"

Reyhan Ayhana dayika du zarokan jî ducanî ye û ji gundekî navçeya Başkaleyê hatiye otelê.

Ayhanê got gundê wan dûr e û wiha axivî: "Ji ber ku gundê me dûr e ez her tim nikarim herim û bêm. Bi saya vê derê ez ji çûyîn û hatinê xilas bûm. Ava germ li vir heye û hemû xûzmet hene. Tu pirsgirêkeke me tune. Her tişt heye. Jinên ducanî yên ji dûr tên bila di rê da nemînin, bila bên ji vê xizmetê feydeyê bigrin. Rehetiya ku li mala me tune, li vir heye. Em li vir nêzîkî zarokên xwe ne jî. Xwedê ji dewleta me razî be ku vê xizmetê dide me."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE