Ji bo dayika xwe ya nexweş merhemek çêkir. Piştî ku dît merhem gelek nexweşiyên çerm baş dike, dest bi bazirganiya kremê kir.
Ji bo dayika xwe ya nexweş, ji hingiv û donê bittimê merhemek çêkir.
Dermanê ku ew çêdike, êdî li seranserê dinyayê tê nasîn.
Cotkarê Siirtî Veysel Varır bi tiştên ku ji deşta Botan a bibereket berhev dike him ji diya xwe re him jî ji bo bi sedan nexweşan merhemê çêdike.
Veysel Varır got, “Diya min bi salan e nexweşa sedefê ye û destên wê dibin kul. Me bir bal her dixtorî. Lê dermanên ku didan tenê ji bo demekê êşa wê derbas dikir. Êdî destên diya min perçe perçe bûbûn. Di dawiyê de min jê re ev derman çêkir. Bi vî dermanî birînên diya min baş bûn. ”
Ewilî van tiştên xwezayî dixe nav kuşxaneyên sifir,,
Pişt re jî wê bi dûkela avê germ dike û dermanekî kîmyewî çêdike.
Veysel Varır got, “Bi temamî ji tiştên xwezayî hatiye çêkirin. Tê de mûma hingiv, hingiv, donê bittimê û jehra meşan heye. Ji xeynî min tu kes formûla vê nizane… Ev merhem, birînên ku ji ber nexweşiyên mantar, sedef, vîtlîgo û egzamayê çêdibin bi temamî baş dike. “
Li ser dinyayê, ji xeynî cotkarê Siirtî tu kes vî dermanî çênake.
Niha jî serî lê da ye ku patenta merhemê bistîne.