Ji bo pitika 17 rojî balafir rabû

Balafira ambûlans pitik ji Agiriyê anî Nexweşxaneya Cebecî ya Enqereyê...

Ji bo pitika 17 rojî balafir rabû

Li Dûtaxa Agirıyê pitika ku 17 roj in hatiye dinyayê ji ber nexweşiya epîlepsiyê divıiya sewqî Enqereyê bihata kirin. Wezareta Tenduristiyê vê carê ji bo pitikê balafira ambûlans rakir û ew anî Enqereyê.

Balafira ambûlans a Wezareta Tenduristiyê heta niha li dinyayê gihîştiye hawara gelek kesan.

Vê carê nexweşeke li nav welêt hebû. Pitika sawa ya 17 rojî bi nexweşiya epîlepsiyê hatiye dinyayê.

Ji bo tedawiyê diviya pitik demildest sewqî Enqereyê bihata kirin.

Bi hewlên şaredarê Agiriyê Savci Sayan wezareta tenduristiyê ket dewrê.

Balafira ambûlans ji bo wergirtina pitikê hat balafirgeha Ehmedê Xanê ya Agiriyê.

Savcı Sayan û rayedarên îdarî li balafirgehê pitik oxir kir.

Pitika bi navê Kübra Ceyhan wê li nexweşxaneya Cebecî ya Enqereyê were tedawîkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE