Borseya Bazirganiyê ya Batmanê ji bo ku bala welatiyan bikşîne ser tenduristiyê, semînerek li dar xist. Mijara civînê “ji Bo Tenduristiyê Hereket Bike” bû. Beşdaran li ser girîngiya hereketkirinê agahî dan mêvanan.
Li Salona Konferansê ya Çand û Turîzmê ya Batmanê derbarê tenduristiyê de semînerek hat lidarxistin.
Borseya Bazirganiyê ya Batmanê di semînera bi navê “Ji Bo Tenduristiya Xwe Hereket Bike” de welatî agahdar kirin.
Pispor dibêjin divê mirov beriya ku nexweş nekeve tevdîran bistîne û hereket bike.
Çalakiyên borseya bazirganiyê yên bi vî rengî wê dewam bikin.