“Ji bo tenduristiya qelbê xwe bisîkletê bajo”

50 bisîkletvan ji bo ku balê bikşînin ser girîngiya tenduristiya dil li bajêr geriyan 

“Ji bo tenduristiya qelbê xwe bisîkletê bajo”

Bi Hevkariya Weqfa Qelb a Tirkiyê û Komeleya bisîkletvanan a midyadê ji bo hefteya tenduristiya qelb çalakiyek hat lidarxistin.  

çalakî bi slogana “ji bo tenduristiya qelbê xwe bisîqletê bajo” hat çêkirin. bisîkletvan li parka 15ê tîrmehê hatin ba hev.  

 Weqfa Qelb a Tirkiyê û Komeleya Bisîkletvanan a Midyadê ji bo Hefteya Tenduristiya qelb çalakiyek li dar xist. 

50 heb bisîkletvan li Midyada Mêrdînê, li Parka Demokrasî û Şehîdan a 15ê Tîrmehê hatin ba hev. 

Bisîkletvanan kask û êlegên xwe li xwe kirin û bi slogana “Ji bo Qelbê Xwe Bisîkletê Bajo” li navçeyê geriyan. 

Çalakvan ji bo ku balê bikşînin ser tenduristiya dil bi qasî 3 kîlometre bisîklet ajotin.  

Komeleya Bisîkletvanan ji bo ku bale bikşîne ser ehemiyeta ajotina bisîkletê car caran çalakiyên wisa dike. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE