Li Muşê, ekîbên ku di beşa koronayê de dixebitin, di nav şert û mercên zehmet ên zivistanê de ji bo nexweşan fedekariyeke mezin nîşan didin. Ekîbên ku him ji bo kontrol him jî ji bo tedawiya xelkê dixebitin gund bi gund digerin û bi nexweşiyên welatiyan re eleqedar dibin.
Li Muşê xebatkarên tenduristiyê yên ku di beşa koronayê de dixebitin bi hatina zivistanê re fedekariyeke mezin nîşan didin.
Ekîbên ku li dijî koronayê dixebitin, ji bo tenduristiya xelkê di nav berf û bahozê de gund bi gund digerin û bi nexweşan re mijûl dibin.
Ekîbên tendûristiyê herî dawî li gundê Pagê mal bi mal geriyan û testa koronayê kirin.
Welatiyên ku test û miayeneyên wan hatin kirin, ji bo vê fedekariya wan spasî ekîban kirin.