" Ji bo tesbîtkirina vîrusa koronayê êdî kîta xwemalî tê bikaranîn"

"Kîta xwemalî ya ku ji bo tesbîtkirina koronavîrusê hatiye çêkirin di nav 90-120 deqîqeyan da encamê dide. Bikaranîna vê kîtê hefteya borî dest pê kir"

" Ji bo tesbîtkirina vîrusa koronayê êdî kîta xwemalî tê bikaranîn"

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê kar û xebatên ku Wezareta Tenduristiyê di qada şewba vîrusa koronaya nû û nexweşiyên din birêva dibe da agahî da û got: "Kîta xwemalî ya ku ji bo tesbîtkirina koronavîrusê hatiye çêkirin di nav 90-120 deqîqeyan da encamê dide. Bikaranîna vê kîtê hefteya borî dest pê kir."

Wezîrê Tenduristiyê Koca ji ber Civîna Lijneya Zanistî ya Vîrusa Koronayê civîna çapemeniyê li dar xist û agahî da.

Di axaftina xwe da Wezîr Koca bal kişand ser plana xebatê ya pandemiyê (nexweşiyên li seranserê dinyayê bela dibin) û got: "Plana me ya xebatê ya pandemiyê heye û her sal jî tê rojanekirin. Di Îlona 2019an da li ser pêşniyaza Lijneya me ya Zanistê me ev plana xwe ya xebatê rojane kiribû. Bi bihîstina şewba vîrusa koronaya nû va me tewdîrên xwe kir rewacê."

Wezîr Koca ji bo rêwiyên niha di bin qarantînayê da ne jî destnîşan kir ku encamên nimûneyên wan neyînî ne û wiha domand: "Ji rêwiyên ku li Nexweşxaneya Zekaî Tahîr Burakê çavdêriya wan tê kirin, encamên nimûneyên wan cara 3yemîn jî neyênî derketin. Miretebatên firînê û persolenên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê bûn ji qarantînayê hatin derxistin. Ew ê dema çavdêriyê ya ji 14 rojan pêk tê li malên xwe temam bikin."

Wezîr Koca ragihand ku li seranserê Turkiyeyê bi saya tewdîran nexweşî zêde bela nebûn û wiha domand: "Bi saya tevdîra ku welatiyan hilda, em dibînin ku grîba demsalî kêm bûye."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE