"Ji bo vegera jiyana berê bi miheqeq vaksîn şert e"

Wezîrê Tendirustiyê Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê daxuyanî da

"Ji bo vegera jiyana berê bi miheqeq vaksîn şert e"

 Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Ji sibê pê de li temamê Türkiyeyê dê lêdana vaksîna xebatkarên tendirustiyê destpê bike."

Wezîr Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ya ku li Komelgeha Bîlkentê ya Wezareta Tendirustiyê hat lidarxistin daxuyanî da.

Koca di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku yekem civîna çapemeniyê ya sala 2021ê li dar dixin û anî zima ku mijare sereke bernameya vaksînê bû.

Koca got, "Ji sibê pê de li temamê Türkiyeyê dê lêdana vaksîna xebatkarên tendirustiyê destpê bike. Kêlîkeke din di hizûra we de emê weke endamên Lijneya Zanistê, yên ku nexweşî derbas kirine yaxud xwebexşin, vaksîna berahî bikin. Mezinên dewletê berahî wê vaksîn li wan bêdayin, ev dê bibe weke pêşengiyê."

Wezîr Koca wiha pê de çû:

"Bi sedema karekoda li ser vaksînan ne mumkun e jibilî kesê ku vaksîn ji bo wî hatiye veqetandin, kesek din bikar bîne. Dê bernameya vaksîna welatiyan li ser websaytê bi resterast bê şopandin. Heta şewb bê sekinandin, em di cîbicîkirina vaksînê de, di pabendiya tedbîr û sînordarkirinan de biryardar in."

Wezîr Koca piştî ku vaksîn li xwe da wiha got, "Ez dixwazim tekeziyê li wê yekê bikim ku pêdivê herkes vaksîn bibe. Ji bo vegera jiyana berê bi miheqeq vaksîn şert e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE