Ji ekîbên UMKE'yê 20 personel dê herin Somaliyê

Wezîr Koca: "Em 20 personelên xwe yên ji ekîbên UMKE û cerrahiyê pêk tên dişînin Mogadîşuyê"

Ji ekîbên UMKE'yê 20 personel dê herin Somaliyê

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku ew ê 20 personelên xwe yên ji Ekîba Xilaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) û cerrahiyê pêk tên bişînin Mogadîşuyê."

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê êrîşa terorê ya bi bombe ya li Mogadîşuya paytextê Somaliyê hatibû kirin da peyam weşand.

Koca diyar kir ku êrîşa li Somaliyê şermezar dike û wiha pê da çû: "Serê malbata welatiyên me yên mirin û gelê Somaliya dost sax be. Personelên me yên li nexweşxaneya ya me ya  Recep Tayyîp Erdogan li cem gelê herêmê ye. Em 20 personelên xwe yên ji ekîbên UMKE û cerrahiyê pêk tên dişînin Mogadîşuyê."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE