Gulsîma Kır beriya 35 salan emeliyat bûbû lê nodula tîroîtê ji nû ve pê re çêbû û heta ser qelbê wê rûniştibû.
Piştî bi salan ji bo ji wê girseya mezin ji laşe wê bê rakirin, dixtoran qerara emeliyatê da.
Gülsîma Kır li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê emeliyat bû.
Dixtoran bi awayekî serkeftî girseya tîroîtê jê stend û xaltiya Kır jê xelas bû.
Dixtorê Pispor Vedat Deniz got, ‘’Nexweşê me 35 sal berê ji guatrê emeliyat bû ye. Ji ber girêka ku di gewrawê de mezin bû ye nikarî bû xwarin bixwara û bêhna xwe bistîne. Girêka ku daketibû ser qelbê wê nêzîka 20 santîmî bû.’’