Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bal kişand ku ji sed kesên ku di meha dawîn bi vîrusa koronayê ketin 40,1 ciwanên di navbera 20-40 salî da ne û got ku "Ciwanên me ji bo ku xwe û mezinên xwe biparêzin divê di guhdana tevdîran da bibin mînak. Dijî vîrusê hêza me tevdîra bi hev ra ye."
Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da ev gotin:
"Ji sed kesên ku di meha dawîn bi vîrusa koronayê ketin 40,1 ciwanên di navbera 20-40 salî da ne. Ji sedî 11ê kesên bi wan ra zature derdikevin jî ji nav van kesan in. Ciwanên me ji bo ku xwe û mezinên xwe biparêzin divê di guhdana tevdîran da bibin mînak. Dijî vîrusê hêza me tevdîra bi hev ra ye."
AA