Ji Wezîr Koca daxuyaniya li ser koronavîrusê

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca: "Îro ber êvarê encamên testa welatiyekî me yê gumanbarê koronavîrusê, pozîtîf derketin"

Ji Wezîr Koca daxuyaniya li ser koronavîrusê

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca ragihand, "Îro ber êvarê encamên testa welatiyekî me yê gumanbarê koronavîrusê, pozîtîf derketin."

Koca di civîna çapemeniyê ya li Wezaretê de derbarê koronavîrusê daxuyanî dan.

Wezîr Koca ragihand, "Îro ber êvarê encamên testa welatiyekî me yê gumanbarê koronavîrusê, pozîtîf derketin. Tê zanîn ku nexweş vîrus li ser temasê Ewropayê sitendiye. Ji dinyaya derekî bi temamî hatiye îzolekirin. Li gorî daneyan teşxîs zû hatiye danîn, heke vîrus hatibiyê ev gelekî sînordar e. Nexweş nêr e û rewşa wî ya giştî baş e. Temamê ferdên malbata wî û ferdên derdora wî yên nêzîk di bin çavdêriyê de ne.

"Ne mecbûrî be em dernekevin derveyê welêt"

Wezîrê Tendirustiyê Koca got, Tikaye ne mecbûrî be em dernekevin derveyê welêt, riayeta xweparastina ji koronavîrusê ya ku wezaretê ragihand bikin. Dema me hişyarî dida dinyayê, di heman demê de me xwe amade kir. Wezareta me, dewleta me bi hemî yekeyên xwe plana têkoşîna xwe ya dijî koronavîrusê danî. Serkeftina me ya heta îro, pêdivê weke garantiya asaniya têkoşîna me ya ji nuha pê de bê qebûlkirin. Pêketiyek yan çend pêketî pêdivê weke şewbê neyê dîtin.

"Nexweşekî di bin karantînayê de ji bo civakê tehdît nîn e"

Koca wiha jî got, "Koronavîrus, ji tedbîrên ku emê bistînin bihêztir nîn e. Nexweşek bi tenê topyekun rîsk nîn e. Nexweşekî di bin karantînayê de ji bo civakê tehdît nîn e. Tişta nuha lazim ew e pêdivê em jiyana xwe li gorî tedbîran bedilînin. Li hember vê pirsa kurewî emê têkoşîneke neteweyî bidin. Hêviya me ji welatiyan, bila pabendê merca 14 rojî û 14 mercên parastinê bin, dê ev yek hêzê bide têkoşînê."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE