Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Di nav 45 rojên dawîn da jimara pêketiyan a herî zêde me duh eşkere kir. Em li benda vê encamê bûn."
Wezîr Koca li ser Twitterê der barê zêdebûna jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da wiha got:
"Di nav 45 rojên dawîn da jimara pêketiyan a herî zêde me duh eşkere kir. Em li benda vê encamê bûn. Her yek ji me wexta ku hêza xwe xist yek û weke endamekî artêşa me ya tenduristiyê bi şewbê ra şer kir, encam baş bû, vê encamê jibîr nekin. Vîrus li hemberî tevdîran nikare bilipite, bi me nikare. Em di vî şerî da cardin bi hev ra ne?"AA