Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca eşkere kir, pêvajoya girtina 20 hezar personelê bipeyman hat destpêkirin ku dê bi puanê KPSSyê bên wergirtin û di teşkîlatên ne navendê da bên îstixdamkirin.
Koca di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da bibîrxistin ku ji hêla Serokomariyê bo Wezareta Tenduristiyê 40 hezar pozîsyon/kadro hatin terxankirin.
Koca destnîşan kir, rêbera wergirtina 20 hezar personelên tenduristiyê ji OSYMyê ra hat şandin û wiha got, "Pêvajoya girtina 20 hezar personelên bipeyman hat destpêkirin ku dê bi puanê KPSSyê bên wergirtin û di teşkîlatên ne navendê da bên îstixdamkirin.
Her wisa ji bo 10 hezar personelê tenduristiyê yê bipeyman û 10 hezar kadroya karkerê mayînde em ê meha adarê derkevin îlanê û miemeleya wergirtinê pêk bînin. Bira li welatiyên me yên ku dê xizmeta tenduristiyê û camieya me ya tenduristiyê bi xêr be."
AA