Ji xebatkarên tenduristiyê bi 6 zimanan bangewaziya "li malê bimîne"

Li Enqereyê personelên nexweşxaneyeke taybet di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da bi 7 zimanan bang li welatiyan kirin ku "li malê bimînin".

Ji xebatkarên tenduristiyê bi 6 zimanan bangewaziya "li malê bimîne"

Xebatkarên nexweşxaneyeke taybet ku li Enqereyê fealiyetan dike, ji bo ku şewba vîrusa koronayê bi derketina derva va zêdetir bela nebe bi Tirkî, Îngilizî, Kurmancî, Zazakî, Ermenîkî û Erebî û zimanê îşaretkirinê bangî welatiyan kirin ku li malê bimînin.

Hemû personelên nexweşxaneyê rastiya Kovîd-19ê bi bîr xist û gotin ku divê meriv di mijara tevdîran nevêje pişt guhê xwe.

Xebatkarên nexweşxaneyê paşê balonên ku navê 81 bajaran û wêneya vîrusa koronayê li ser in, berdan asîman û pê ra strana "Hayat Bayram Olsa" ya Şenay Yuzbaşiogluyê got.

- "Bu virüsün şakası yoktur"

Serhekîmê nexweşxaneyê Doç. Dr. Erden Kiliç daxuyanî da û diyar kir ku vîrusa koronayê hemû mirovahiyê tehdîd dike û li dinya û Tirkiyeyê dibe sedema mirinan.

Kiliç destnîşan kir, divê welatî guh bidin hişyariyên dewletê, lewra ev hişyarî ji bo belanebûna nexweşiyê pir girîng in û wiha dewam kir:

"Weke mirovahî em di ezmûneke dijwar da ne. Weke xebatkarên tenduristiyê çi ji destê me tê, em dikin. Ji bo ku em pêşî li ber nexweşiyê bigirin, divê welatiyên me mecbûrî guh bidin gotinên mezinên dewletê. Ev vîrus henekan nake. Jimara kesên ku dimirin, roj bi roj zêde dibin. Ji bo ku ev nexweşî destê me ji hezkiriyên me neke, divê em li malê bimînin. Dewleta me hêzdar e û ligel welatiyên xwe ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE