Jinika 116 salî ji Kovîd-19ê filitî

Li Eskîşehirê Ayşe Karataya 116 salî ji Kovîd-19ê filitî.

Jinika 116 salî ji Kovîd-19ê filitî

Li Eskîşehirê Ayşe Karataya 116 salî bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ket û jê filitî.

Karatay nêzî 3 hefte berê nexweş ket û ew rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehirê beşa nexweşên giran, paşê rewşa wê ber bi başbûnê çû û neqlî servîsa normal kirin.

Îbrahîm Karatayê kurê jinika pîr daxuyanî da rojnamegeran û got ku caba qencbûna diya wî gihîşt wan û ew kêfxweş bûn.

Karatay diyar kir ku diya wî tenê dozeke aşiyê bû û wiha dewam kir, "Tenê dozeke aşiya Sinovacê bû. Doza duyem nebû. Heke doza duyem jî bûbûya, belkî nexweşî siviktir derbas bikira. Înşeallah wê baştir bibe. 3 hefte berê di nav malbatê da vîrus kişiyayê."

Karatay spasiya xebatkarên Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehirê kir û wiha axivî:

"Li vê derê baş li diya min mêze kirin. Ez dixwazim spasiya xebatkarên tenduristê bikim. Doxtorên nexweşxaneyê cab dan ku diya min ji nexweşiyê filitî. Li gundê me çend kesên din jî ji vîrusê filitîn. Li gor min sedema vê oksîjena paqij a li wê derê û xwarin û vexwarina organîk e. Ez pir şa bûm ku diya min ji vîrusê filitî û qenc bû. Xwedê emrê wê dirêjtir bike.

8 zarokên diya min hene. Hemû xwişk û birayên min bi diya min ra eleqedar bûn. Min du doz aşiya Sinovacê li xwe da. Dilê min heye ez doza sêyem jî li xwe bidim. Piraniya şêniyên Emirdagê ji derveyî welêt hatine û kesên ku aşî nebûne hemû niha di beşa nexweşên giran da ne. Kesên ku aşî bûne jî li ser piyan derbas dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE