Kampanyaya bexşa plazmayê

45 personelên şaredariyê ku ji vîrûsa koronayê filitîn plazma dan

Kampanyaya bexşa plazmayê

Şaredariya Gaziantepê kampanyaya ‘’ bexşa plazmayê’’ da destpêkirin. Personelên şaredariyê yên ku ji vîrûsa koronayê filitîne, ji bo nexweşên din pê baş bibin plazma dan.

Cara ewil şaredariyekê kampanyaya ‘’bexşa plazmayê’’ da destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de 45 personelên şaredariya Gaziantepê yên ku bi selametî ji vîrûsa koronayê filitîne plazma bexş kirin.

Şaredar Fatma Şahin jî beşdarî merasîma bexşê bû û got: vê carê ne vîrûs wê qencî belav bibe’’

Ev plazma wê di tedawiya nexweşên şewbê de bê bikaranîn.

Kesekî ku ji şewbê filitîbe dikare di nav 3 mehan de 8 caran plazma bide.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE