Şaredariya Bajarê Mezin a Entabê, ji bo nexweşên çolyakê kafeyek vekiribû. Di kafeyê de ji bo nexweşên çolyakê di meha remezanê de kehke an jî sîmîta bêgluten tê çêkirin.
Nexweşên çolyakê nikarin glutenê hezm bikin. Ji ber vê yekê nan û xwarinên wan taybet in.
Şaredariya Bajarê Mezin a Entabê jî ji bo nexweşên çolyakê kafeyek vekiribû.
Bi hatina meha remezanê re jî di kafeyê de kehkeya navdar a Remezanê ya bêgluten tê çêkirin.
Hosteyê Kafeyê got ‘’Li Entabê kehkeya remezanê pir navdar e. Nexweşên çolyakê nedikaribûn kehkeyê bixwin. Me ji bo wan bi arvanê bêgluten kehke çêkir. Ew dikarin bi rehetî werin kafeyê û van sîmîtan bixwin.”
Her wiha di kafeyê de ji bo Cejna Remezanê şîraniyên bêgluten jî tên çêkirin.