Kesên 65 salî û mezintir tên aşîkirin

Gülver Gülen: “Ji 182’yan an jî ji malperên MHRS û E-Nabizê randevûyê bistînin”

Kesên 65 salî û mezintir tên aşîkirin

Li seranserê tirkiyê heta niha zêdetirî 5 milyon û nîv însan hatin aşîkirin. Piştî xebatkarên tendûristiyê niha jî dora welatiyên 65 salî û di jora wê de ne. Ji bo aşîbûnê divê gel çi bike? Midûra tendûristiyê ya tetwanê dixtora pispor gûlver gûlenê hûrgiliyan ji trt kurdiyê re gotin.

Ewilî personelên nexweşxaneyê û dermanfiroş, pişt re jî kesên li cihên komî dimînin, herî dawî jî kal û pîrên ku salên wan di jor 74an de ne hatin aşîkirin.

Ji bo aşîkirinê niha jî dora kesên 65 salî mezintir e.

Lê ji bo randevuyê û taqîba aşiyê divê welatî çi bikin?

Dixtora Pispor a Tetwanê Gûlver Gûlenê pirsa ku herî zêde tê meraqkirin, bersivand.

“Dor bi dor, li gorî lezgîniya wan em hêdî hêdî welatiyan aşî dikin… Niha ji bo kesên salên wan di ser 65an de ne aşî tê lêdan. Lê ji wan rîca dikim; beriya hûn biçin nexweşxaneyan yan li 182’yê bigerin yan jî ji ser malpera mhrs.web an mobîl’ê yan ji e-nabiz’ê randevûyê bixwazin. “

Welatiyên ku bêrandevû biçin nexweşxaneyan dê neyên aşîkirin.

Gulen ji bo ku li ber nexweşxaneyan tu qerebalixî çênebe ji welatiyan rîca dike ku ewilî randevûyê bistînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE