Kesên ku tedawiya berdana cixareyê bibin dermanê wan wê bê pere be

Kesên ku tedawiya berdana cixareyê bibin dermanê wan wê bê pere be

Sîgorteya wan hebe tunebe, kesên ku tedawiya berdana cixareyê bibin, Wezareta Tenduristiyê wê dermanê wan peyda bike û bê pere bide wan.

Bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan biryarnameya Serokkomar di Rojnameya Fermî da hat weşandin. Li gor biryarê kesên ku wê ji hukmê fikreya yekem a benda yekem a Qanûna jimara wê 4736 e, muaf bibin, wê werin tesbîtkirin.

Li gor vê, nexweşên ku tedawiya berdana cixareyê hildidin, bi şertê ku jimareya wan ji 500 hezarî derbas nebe û bêyî ku hebûn û tunebûna sîgorteya wan were kontrolkirin, Wezareta Tenduristiyê wê dermanê tedawiyê bê pere bide wan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE