Koçberiya nexweşan xilas bû

Li Zanîngeha Dîcleyê ameliyatxaneyên nû vebûn

Koçberiya nexweşan xilas bû

Berê li herêmê nexweşxane tine bûn, bijîşk têr nedikirin û nexweş perîşan dibûn. Ew zor û zehmetî bi dawî bû. Li Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê êdî hemû emelîyatên dijwar dikarin bêne kirin.

Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê ji xeynê gelê herêmê xizmeta tendûristiyê dide Rojhilata Navîn jî.

Bi destê bijîşkên pispor salê 210 hezar emeliyatên cûda ên serkeftî tên kirin.

Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngehê ji bo xizmetên taybet bide nexweşên herêmê kapasîteya xwe mezin kir û 4 amelîyatxaneyên nû vekir.

Ameliyatxaneyên nû bi beşdariya rektor Talip Gul, serbijîşk Ali Kemal Kadiroglu û doktoran vebûn.

Di 26 ameliyatxaneyan da mehê 2 hezar û 500 ameliyat tên kirin.

Li Rojhilata Navîn Nexweşxaneya Dil û Kansêr a herî mezin li Zanîngeha Dîcleyê ye.

Berpirsiyarê Ameliyatxaneyê Sinan Cengiz got

‘’Bi saya xizmetên tendûristiyê koçberiya nexweşan bi dawî bû. Welatî êdî li Amedê şîfayê dibînin û hewce nake biçin bajarên mezin’’.

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2018, 14:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE