Li nexweşxaneyên zanîngeha dîcleyê koroyeke muzîkê ya balkêş hat avakirin. Stranbêj bijîşk û hemşîre, sazbend jî garson, personelên ewlehî û xizmetê ne. Personelên nexweşxaneyê bi vî awayî ji bo moral û motîvasyonê konseran didin nexweşan û personelan...
Xebatkarên Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê komeke muzîkê ava kir, bi Kurdî û Tirkî istiran.
Hin ji wan bijîşk, hemşîre û personelên tendurustîyê; hin jî garson, hêzên ewlehîyê, xebatkarên îdarî û xizmetê ne. Personelên paqijî û ewlehiyê li saz û baterîyê didin, dixtor û hemşîre distirên.
Xebatkarên tendurustîyê ji bo moral û motîvasyona nesaxan û malbatên wan konserek li dar xist.
Nexweş û malbatên wan bi çepikan kom pîroz kir.
Malbat û hin xebatkaran jî li ber muzîkê têra dilê xwe govend gerand.