Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 15ê Gulanê de rewşa dawî

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser Wezareta Tendurisiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 38 hezar û 565 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1708 kesan. 

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 15ê Gulanê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 1708 kesan, 48 kes mirin, jimara waqiyean bi tevahî derket 146 hezar û 457an, jimara miriyan jî derket 4 hezar û 55an, 2103 kesên din baş bûn û jimara keêsn ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bûn derket 106 hezar û 133yan.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser Wezareta Tendurisiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 38 hezar û 565 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1708 kesan. 

Di 24 saetên dawîn da 48 nexweşan wefat kir, 2 hezar û 103 kes baş bûn. Jimara testan bi tevahî derket milyonek û 547 hezar û 389an, jimara waqieyan derket 146 hezar û 457an, jimara kesên mirin derket 4 hezar û 55an, jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da 944, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 490, jimara başbûyiyan jî derket 106 hezar û 133yan.

"Awayê jiyana me ya nû jiyana civakî ya bikontrol"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê daneyên dawîn da parvekirina "Jimara nexweşên me yên di unîteya giran da û entubekirî kêm dibe. Jimara testên me li gor duh zêde ye. Jimara waqieyên me qismî zêde bûne. Awayê jiyana me ya nû jiyana civakî ya bikontrol, ango tevdîra hemû bi hev ra. Şerta wê maske û mêtro û nîv mesafeya civakî."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE