Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 58 kesan wefat kir

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 58 kesan wefat kir

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 58 kesan  ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 107 hezar û 702 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 8 milyon û 212 hezar û 924an.

Di 24 saetên dawîn de 1512 pêketî hatin tesbîtkirin, hejmara pêketiyan gihişt 286 hezar û 455an.

Îro 58 kesan canê xwe ji dest dan hejmara miriyan gihişt 6 hezar û 895an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1219 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 255 hezar û 407an.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 1209, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,3 ye.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Têkraya temenê nexweşên aktîf 42, ya nexweşên di beşa nexweşiya giran de jî 65 e. Ji bo vîrus hezkiriyên me ji me veneqetîne divê em bi îsrar pabendî rênimayan bin. Têkoşîna hêzdar bi tedbîrên bihevreyî mumkun e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE