Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 3 hezar û 45 kesan, 93 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 149 hezar û 942 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 3 hezar û 45 kesan. Di 24 saetên dawîn da 93 kes mirin, tedawiya 2 hezar û 10 kesan hat temamkirin û jimara başbûyiyan derket 348 hezar û 804an.
Jimara testan bi tevahî derket 15 milyon û 863 hezar û 833 kesan. Jimara nexweşan derket 407 hezar û 939an, jimara miriyan derket 11 hezar û 326an, jimara nexweşên giran bû 3 hezar û 356, jimara nexweşên aktîf bû 47 hezar û 809.
"Guh bidin tevdîran û hêz bidin têkoşînê"
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê daneyan da parvekirin kir û bal kişand ku jimar anexweşên ku îro hatin tesbîtkirin ji 3 hezarî zêdetir e û got ku "Jimara nexweşên me yên giran jî jimara miriyên me jî zêde dibe. Amûra herî girîng a ku barê vîrusê kêm dike maske ye. Guh bidin tevdîran û hêz bidin têkoşînê."