Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê hejmara herî bilind a rojane ya wefatan hat tomarkirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 7 hezar û 381 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 161 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 162 hezar û 231 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 17 milyon û 568 hezar û 973yan.

Di 24 saetên dawînde 162 hezar û 231 test hatin kirin, 7381 pêketî hatin tesbîtkirin, 161 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4543, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 3678 kesan, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 381 hezar û 569an.

Haftalık verilere göre, bu hafta hastalarda zatürre oranı yüzde 3,4, yatak doluluk oranı yüzde 54,7, erişkin yoğun bakım doluluk oranı yüzde 71,3, ventilatör doluluk oranı yüzde 39,2, ortalama temaslı tespit süresi 11 saat, filyasyon oranı ise yüzde 99,8 olarak kayıtlara geçti.


Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 71,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 39,2 ye.

- "Guherandina seyra şewbê di destê me de ye"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 7 hezar û 381 pêketî hatin tesbîtkirin. Guherandina seyra şewbê di destê me de ye. Ji bo ew tedbîr û sînordarkirinên ku em cîbicî dikin bigihin encamê piştevaniya we şert e."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE