Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 356 hezar û 514 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 25 hezar û 101 pozîtîf derketin, 227 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 356 hezar û 514 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 25 hezar û 101 kes pozîtîf derketin, 227 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 27 hezar û 447 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,07 a doza duyem jî weke 80,20 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta nuha 118 milyon û 727 hezar û 805 doz aşî hatiye kirin. AA