Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 536 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 18 hezar û 796 pozîtîf derketin, 171 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 536 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 18 hezar û 796 kes pozîtîf derketin, 171 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 23 hezar û 242 ye.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 91,10 a doza duyem jî weke 82,10 hat tomarkirin.
Li Türkiyeyê heta nuha 121 milyon û 804 hezar û 33 doz aşî hatiye kirin.
AA