Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 198 hezar û 820an

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 933 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 21 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 42 hezar û 411 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 4 milyon û 149 hezar û 909an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1213 e û ya nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 394 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Zêdetir test zêdetir pêketiyan tesbît dike. Têkiliya di navbera hejmara testan û hejmara pêketiyan de, yeka yek nîn e. 15ê hezîranê dema em gihiştin 1592 pêketinan hejmara testên me 42 hezar bûç Hejmara testan li gorî ihtiyacê diguhere. Ya ku encamê diyar dike tedbîr in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE