Kovîd-19: Li Türkiyeyê tabloya rojane

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da testa Kovîd-19ê ya 26 hezar û 410 kesî pozîtîf derket, 246 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê tabloya rojane

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 205 hezar û 809 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 26 hezar û 410 kesî pozîtîf derket, 246 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 205 hezar û 809 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 26 hezar û 410 kesî pozîtîf derket , jimara nexweşan bû 4 hezar û 103, 246 kes mirin. Bi vî awayî li Türkiyeyê rojane jimara miriyên herî zêde hat qeydkirin.

Di 24 saetên dawîn da tedawî/karantînaya 31 hezar û 945 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket milyonek û 753 hezar û 552yan.

Jimara testan bi tevahî derket 22 milyon û 107 hezar û 503yan. Jimara waqieyan derket milyonek û 982 hezar û 90î, jimara miriyan derket 17 hezar û 610î, jimara nexweşên giran bû 5 hezar û 707an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,9 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,8 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 73,7 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 41,5 e.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya der barê daneyên rojane yên ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da ev gotin:

"Jimara nexweşên me yên giran dikeve. Jimara nexweşên me yên aktîf jî kêm dibe. Em li bendê ne ku tevdîr ji vê dawiya hefteyê pê va tesîra xwe bêtir nîşan bide. Em bênavber têkoşîna xwe bidomînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE