Kovid-19: Hejmara pêketiyan li Stenbolê zêde bû

Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê li Stenbolê zêde bû, li Enqere û Îzmirê kêm bû

Kovid-19: Hejmara pêketiyan li Stenbolê zêde bû

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand di navbera 6-12ê mijdarê da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 100 hezar kesî da li Stenbolê bû 308,22 kes, li Enqereyê bû 241,38 kes, li Îzmirê jî bû 68,74 kes.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di 100 hezar kesî da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê parve kir. 

Li gor vê, di navbera 6-12ê mijdarê da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 100 hezar kesî da li Stenbolê bû 308,22 kes, li Enqereyê bû 241,38 kes, li Îzmirê jî bû 68,74 kes.

Hefteyek beriya vê (30yê cotmehê-5ê mijdarê) di 100 hezar kesî da li Stenbolê ev hejmar bûbû 307,40 kes, li Enqereyê bûbû 287,04 kes, li Îzmirê jî bû 69,61 kes.

Wezîr Koca daxuyand di navbera 6-12ê mijdarê da 10 bajarên ku hejmara pêketiyan li gor hefteyek berê herî zêde bûn jî Tuncelî, Osmaniye, Çanakkale, Kirklarelî, Balikesîr, Bîlecîk, Hatay, Tekirdag, Edene û Bartin AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE