Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 223 hezar û 482 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 112 kes pozîtîf derketin, 129 kesan canê xwe ji dest da.

Kovid-19: Li Tirkiyeyê rewşa dawi

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 223 hezar û 482 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 7 hezar û 112 kes pozîtîf derketin, 1229 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 223 hezar û 482 test hatin kirin, testa 7 hezar û 112 kesan pozîtîf derket, 129 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 602.

Hejmara nexweşên giran bû hezar û 241. Di 24 saetên dawîn de 9 hezar û 457 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 124 hezar û 81.

Hejmara testan gihişt 54 milyon û 362 hezar û 791, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 256 hezar û 516, hejmara miriyan bû 47 hezar û 656.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 62.98 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 29,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7,5 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE