kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 20 hezar û 374 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 228 kes mirin

kovid-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 35 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 20 hezar û 374 pozîtîf derketin, 228 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 35 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 20 hezar û 374 kes pozîtîf derketin, 228 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 19 hezar û 463 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,80 a doza duyem jî weke 81,57 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 120 milyon û 640 hezar û 857 doz aşî hatiye kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE