Lebatên diya xwe bexişandin

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Muşê cara ewil emeliyata bexşa lebatan çêbû

Lebatên diya xwe bexişandin

Lebatên diya xwe ya ku çû rehmetê, bexşandin. Malbata Mûşî, her çiqas bi êş û keder bin jî, kêfxweşiya malbatên din dilê wan rihet dike.

Diya wan a 59 salî 12 rojan di beşa lezgîn de tedawî bû lê pir neajot, çû rehmetê.

Malbat bi mirina wê çiqas biêşe jî ji bo xêra diya xwe lebatên wê bexşandin.

Bi saya bexşa malbatê dê 3 kesên din bijîn.

2 gurçik û kezeba reş a rehmetiyê ji bo ku ji 3 nexweşan re bibin derman, hatin şandin Erziromê.

Dîroka nûkirinê: 21 Tîrmeh 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE