Li Batmanê, heyva sor a Türkiyeyê navendeke nû ya xwîndayînê vekir. Serokê Heyva Sor Dr. Kerem KINIKjî beşdarî merasîma vekirina navendê bû û got: “bexşa xwînê jî xêreke gelek mezin e.”
Heyva Sor a Türkiyeyê li Batmanê ji bo bexşa xwînê nevendeke nû vekir.
Ligel berpirs û rayedarên bajêr, Serokê Heyva Sor a Türkiyeyê Dr. Kerem KINIKjî beşdarî merasima vekirinê bû.
Navenda ku bi awayekî modern hatiye avakirin wê rojê 24 saetan vekirî be.
Serokê Heyva Sor a Türkiyeyê Dr. Kerem KINIK: “Bexşa xwînê xêreke gelek mezin e. Divê her kes di vê meseleyê de hesas be.”
Serokê Heyva Sor a Türkiyeyê DR. KEREM KINIK: Di vê pêvajoyê de hewcedariya me zêdetir bi xwînê çêbû. Ji bo vê jî em dixwazin her kes were navendên me û xwînê bexş bikin.”