Li Êlihê Midûriyeta Tenduristiya bajêr xebatên xwe yên li dijî pençeşêrê didomîne. Herî dawî midûriyetê dı 6 mehên îsal de kontrola tendurıstıyê ya 5 hezar jınên lı navenda bajêr kır.
Ji bo tedawiya gelek nexweşiyan teshîşa zû gelek girîng e.
Midûriyeta Tenduristiyê ya Êlihê jî ji bo vê yekê xebatek da destpêkirin.
Midûriyet ji serê salê ve ji bo teşhîsa pençeşêr û nexweşiyên din ên jinan kontrolan dike.
Di vê çarçoveyê de jî Wesayîta Kontrolê ya Mobîl hat amadekirin.
Ev wesayît ji bo jinan yek bi yek li taxan digere.
Îsal di 6 mehên ewil de 5 hezar jin di kontrola tenduristiyê re hatin derbaskirin.
Jinên li navenda bajêr dixwazin ku jinên din jî werin û muayene bibin.
Midûriyeta Tenduristiyê eşkere kir ku wê ev xebat heta serê salê dewam bike.