Xebat û xizmetên tenduristiyê bênavber dewam dikin. Li Batmanê, ji ber ku nexweşxaneyên mezin zêde tijî dibin, polîklînikên taxan tên vekirin. Niha li sê taxan xizmet tê dayîn.
Tedawiya diranan, kardîyolojî, nexweşînên jinan û yên zarokan.
Di gelek beşan de bi 40 doxtoran 3 polîklînik xizmetê didin.
Ji ber ku nexweşxaneyên mezin ên Batmanê zêde tijî dibin, li taxan polîklînik hatin vekirin.
Herî dawî jî li taxa Hurriyetê polîklînik ket xizmetê.
Bi saya van polîklînikan, welatî zêde di dorê de namînin û tedawî dibin.