Li Bidlîsê ekîbên tenduristiyê xebatên aşîkirinê didomînin

Li Bidlîsê ekîbên tenduristiyê xebatên aşîkirinê didomînin

Li navend û navçeyên Bidlîsê di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da xebatên aşîkirinê bênavber didomin.

Xeynî konên aşîkirinê yên ku li navenda parêzgehê û navçeyan hatin vegirtin, ekîbên tenduristiyê çûn Sîteya Pîşesaziyê ya Bidlîsê û esnafê li wir aşî kirin.

Ekîban welatiyên nexwestin aşî bibin jî qanî kirin. Her wisa ji bo ku Bidlîs di aşîkirinê da regê "hêşîn" wergire, ekîb pir hewl didin.

Walîtiya Bidlîsê jî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Bidlîs hindik ma bibe hêşîn. Em digel esnafê me yê li Sîteya Pîşesaziyê ya Bidlîsê ne. Me ji bo sedî 75 zend û mil badan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE