Li Bidlîsê ji bo Eyda Remezanê merasima pîrozkirina eydê hat lidarxistin.
Merasim li Mala Mamosteyan a Bidlîsê hat lidarxistin û Walî Oktay Çagatay destê beşdarbûyiyan yek û yek girt û eyda wan pîroz kir.
Çagatay hêvî kir ku eyd di nav aramiyê da derbas bibe.
Piştî xwarin û vexwarinê merasim kuta bû.
Fermandarê Herêmê yê Cendirmeya Bidlîsê Tûxgeneral Recep Yalçinkaya, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Albay Erhan Demir, Şaredarê Bidlîsê Nesrullah Tanglay, Midûrê Emniyetê Yaman Agirlar, amirên saziyan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasimê bûn.