Vîrûsa koronayê çiqas diçe berbelav dibe û ev yek jî tirs û xofekê çêdike. Gelo welatî divê li dijî vê şewbê kîjan tevdîran bigirin û xwe çawa biparêzin? Derbarê vê şewbê de hişyariyên pisporan hene û dibêjin tevdîra herî girîng paqijî ye.
Talûkeya şewba koronayê ya ku bi hezaran kes ji bere wê dimrin û nexweş dikevin her ku diçe belav dibe.
Hemû pispor balê dikişînin ser tevdîrên parastinê û dibêjin hay ji xwe û derdora xwe hebin.
Operator doktor Mehmet Hidayetullah Erzen; welatiyan hişyar dike û dibêje tevdîra herî girîng paqijî ye.
Doxtor Erzen got “ji bo ku vîrûs ji insanan derbasî insanan dibe, zû belav dibe û bila welatî dernekevin derve.
Her wiha Doxtor Erzen dibêje; ev rojên pêşîya me gelek giring în, divê hemû welatî li mala xwe, xwe bixin izalasyonê.
Pispor dibêjin li dijî vîrusa koronayê têkoşîna herî mezin ew e ku mirov ji malê dernekeve.