Li Diyarbakirê turîzma tenduristiyê dest pê kir

Nexweşxaneya Fakûlteya Zanîngeha Dîcleyê bû navenda şîfayê...

Li Diyarbakirê turîzma tenduristiyê dest pê kir

Amedê piştî turîzma dîrok, çand û gastronomiyê vê carê jî tûrîzma tenduristiyê dest pê kir. ji bo pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çareser bikin êdî ji ewropa, rojhilata navîn û emerîkayê nexweşên biyanî tên diyarbekirê.

Berê gelê Tirkiyê ji bo tedawiyê diçû welatên din. Niha jî ji dewletên biyanî nexweş bo tedawiyê tên Tirkiyeyê.

Tirkiye hedef dike ku di sala 2023’an da turîzma tendirustiyê derxe 20 milyar dolarî.

Wezareta Tenduristiyê, belgenameya turîzma sihetê ya navneteweyî da Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngehê ji giştiyê Tirkiyê û ji gelek dewletan nexweşan ji bo şîfa bide wan dike mêvan.

Li Rojhilata navîn Nexweşxaneya Dil û Kansêr a herî mezin li Zanîngeha Dîcleyê ye.

Ji ber vê yekê gelek nexweşên biyanî di çarçoveya turîzma tenduristiya navneteweyî de li Amedê şîfayê dibînin.

Rahime Simo Muhammed demek zêde ye ku ji qelbê xwe nerihet bû. Bijîşkên İraqê ji bo jina 67 salî pêşniyaziya emeliyatê kirin.

Lê belê pîreka extiyar ji Dohukê hat Diyarbekirê û bê emeliyat gihişt siheta xwe.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE