Li Diyarbekirê Navenda Pitikên Tûp hat vekirin

Dê bi saya navendê malbatên feqîr û xizan bibin xwediyê zarokan

Li Diyarbekirê Navenda Pitikên Tûp hat vekirin

Ji ber şert û mercên dinyayê neslê mirovan bi talûkeyekê rû bi rû ye. Bi riyên normal zarok çênabin, ji ber vê yekê jî gelek malbat berê xwe didin navendên pitikên tûp. Lê mesrefa vê tedawiyê ji bo belengazan barekî giran e. Ji bo malbatên feqîr û xîzan jî bibin xwediyê zarokan li Diyarbekirê jî navenda tendûrıstıyê vebû.

Li Türkiyê salê nêzî 100 hezar malbat ji bo bibin xwediyê zarokan tedawiya pitika tûp dibin.

Ji bo bibin xwediyê zarokekî bajar bi bajar diğerin û gelek diwestin.

Malbatên Diyarbekirî yên ku bi riyên normal zarokên wan çênabin êdî ne mecbur in herin bajarên din.

Lewra li Fakûlteya Zanîngeha Dîcleya Diyarbekirê navenda pitikên tûp hat vekirin.

Navenda tenduristiyê bi 5 milyon lîreyî hat avakirin û mehê 100 malbat tedaviya pitika tûp bibin.

Zarok ji sedî 40 ji ber mêran ji sedî 60 jî ji ber nexweşînên jinan çênabin.

Mesrefa tedawiya pitika tûp li nexweşxaneyên taybet di navbera 10 û 30 hezar lîreyî de ye. Lê ev navend bê pere xizmet bide gel.

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2020, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE